Kanada..Êrişkar Myles Sanderson li nexweşxanê mir

Li Kanada piştî êrişa bi kêran, li welat metirsiyek zêde derketibû.
Ji êrişkaran Myles Sanderson yê ku 10 kes bi kêran kuştî birîndar ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.
Hate gotin Sanderson di nexweşxanê de miriye.

Gumanbarê êrîşa bi kêrê ya li eyaleta Saskatchewan a Kanadayê hat girtin.

Televîzyonên CBC û Global News, bi çavkaniyên xwe yên spartine polîsan ragihand ku Myles Anderson li Rosthern a bi qasî 100 kîlometre dûrî James Smith Cree Nation û Weldon, ku êrîş lê hatine kirin, hat binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya polîsan gumanbar Sanderson piştî binçavkirinê bi demekî kin miriye.

Lê di agahiyên hatine dayîn de, sedemê mirina gumanbar ne hatiye zelalkirin.

Çapemeniya herêmê îida kir ku Sanderson zerar daye xwe û dema ji aliyê polîsan ve hatî ditin, birîndar bû.

Myle Sanderson û birayê wê Damien li 13 cihên cuda 10 kes bi kêran kuştin û 18 kes jî birîndar kirin.

Cenazeyê Damien Sanderson (31), yê piştî bûyerê reviyabûn piştî roja sêşemê li nêzî xaniyek hate dîtin.

Polîs bawer dike Damien ji aliyê birayê xwe Myles ve hatiye kuştin.

Myles Sanderson di qeydên polîsan de weke kesek “xetere” tê nirxandin.

Li gorî polîsan, ji ber pîvanên serbest berdana xwe pêk ne aniye ji Gulanê ve derbarê wî de lêgerîn pêk dihat.

Sanderson ji ber dizî û gelek sûcên din 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di êrîşên bi kêran de ku ji aliyê birayên Sanderson ve li 13 cihên cuda li civata xwecihî ya James Smith Cree Nation û cîrana Weldon a Kanadayê hatibûn organîzekirin de 10 kes hatibûn kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Rewşa hinek birîndaran giran e.

Polîs got, piraniya qurbaniyan xelkê deverê bûn.

Civakên xwecihî ji pêncan yekê nifûsa Kanada ya 38 mîlyone pêk tîne.

Yek ji gumanbarên êrişa li Kanada mirî hate dîtin

Back to top button