Lîga Erebî: Tirkiye li Rojhilata Navîn û Afrîka provaksyonê dike

Dewleta Tirk a dagirker û şefê rejîma wê Erdogan, herêma rojhilata navîn û afrîka dagir dike.
Wezîrên Karê Derve yên Lîga Erebî li dijî vê bertek nîşan dan û gotin:
Tirkiye li Sûriye, Iraq û Lîbya provakasyonê dike.
Enqerê jî ji aliyê xwe ve ev daxuyaniyî red kir.

Li rojhilata Navîn û parzemîna Afrîka, destwerdan û têkdana Tirkiyê welatên Ereban bihêrs kiriye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de belav bûne, Wezîrên Karê derve yên Lîga Erebî li 158`emîn civîna Civata wezîrên ku li paytexta Misir Qahîreyê hat lidarxistin de bertek nîşanî Tirkiyê dan.

Wezîran diyar kirin ku êrişên Tirkiyê yên li ser Sûriye, Iraq û Lîbyayê ewlehiya herêmê têk dibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê û êrîşa li ser xaka Sûriyê li dijî prensîbên Peymana NY û biryarên Konseya Ewlekariyê ye.”

Wezîran xwestin ku dawî li van êrişan bê anîn.

Li aliyê din di civîna vekirinê de di navbera Misir û Lîbyayê de alozî derket.

Wezîrê Karên Derve yê Misir û şandeya pê re bertek nîşanî serokatiya hikumeta demkî ya Lîbya ya bi serokatiya Wezîra Karê Derve Necla Menguş dan û di rûniştina vekirinê de ji eywanê derketin.

Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ev reftarên şanda Misirê “li dijî peymana Komkara Erebî ye”.

Enqere bertek nîşanî Wezîrên Karê Derve yên Lîga Erebî da

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û bertek nîşanda.

Wezaretê anî ziman ku ew bitundî van îdiayan red dike.

Careke din dewleta Tirk a dagirker, hebûna xwe ya li van welatan bi têkoşîna li dijî terorê ve girêda û got:

Ev yek ji bo ewlehiya welatê xwe pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 2011 ve li Sûrî, Lîbya û berê wê jî li Iraqê êrişên xwe yên dagirkeriyê pêk tîne û heta niha bûye sedema têkdana aramiya li van welatan.

Back to top button