Piştî bombebarana balafirên Rûsî li ser Idlibê, hêzên hikûmeta Şamê êrîşên xwe li dijî cebel El-Zawiyê yê Idlibê berdewam dikin..
Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê sibehê, hêzên hikumetê deverên Fitêra, Kinsifre, Sifohin, derdora El-Bara û bistanê Hilûbe yê Idlibê topbaran kirin.
Duh jî, hêzên hikumetê gundê Qufqîn û Helûbê yên gundewarên Idlibê dan ber mûşekan.
Çavdêriya Sûrî her wiha diyar kir ku îro li ser rêya M4 Heleb-Laziqiyê, bombeyek bi dewriyeke Rûsî-Tirkî ve teqiya.
Lê der barê encamên zirarên canî de, ti agahî nehatin bidestxistin..