NY: Ji bo wekheviya zayendî pêwistî bi derbasbûna 300 salî heye

Li cîhanê bêedaletiya heyî diyare.
Lê ev yek di rewşa zayendî de hîn zêdetir e.
Yekîneya Jin a NY li ser mijarê rapora xwe eşkere kir û got:
Ji bo wekheviya zayendî ya nava civakê de wekhev bibe nêzî 300 sal pêwist dike.

Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji bo wekheviya zayendî ya li cîhanê bi temamî pêk were wê nêzî 300 sal pêwist dike.

Rapora Armancên Pêşketina Berdewamî ku ji aliyê Yekîneya Jinan û Wezareta Karûbarên Aborî û Civakî ya NY ve bi hevparî hatiye amadekirin, doh bi raya giştî re hate parvekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku, bi rêjeya pêşkeftinê ya heyî, ji bo girtina valahiyên di parastina qanûnî û betalkirina qanûnên cihêkariyê de wê 286 sal derbas bibin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo jin di warê desthilatdarî û pêşengiyê de, di jiyana karsaziyê de bigihin astekî wekhev 140 sal û ji bo di meclîsên neteweyî de temsîliyeta wekhev bi dest bixin herî kêm 40 sal pêwiste.

Beriya niha rapora Armancên Pêşketinê yên Dewam ev dîrok weke heta 2030 destnîşan kiribû.

Lê li gorî rapora heyî, ji bo gihiştina wekheviya zayendî ew ji dema hatî diyarkirin pir durin.

Pirsgirêkên gerdûnî newekheviyê kûrtir dike

Di raporê de hat gotin, ”

Pirsgirêkên gerdûnî yên wekî pandemiya Covid-19 û encamên wê, pevçûnên şîdetê, guherîna avhewa û bersivên li ser tenduristiya zayendî û hilberînerî û mafên jinan, newekheviya zayendî kûrtir dike.”

Hat diyarkirin ku xizanî li hemû cîhanê ji mêran zêdetir bandorê li jinan û keçan dike û wiha hat gotin,

“Heta dawiya sala 2022’an li gorî 368 mêr û xurtî, bi qasî 383 mîlyon jin û keç wê di nava feqîriyeke giran de bijîn.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku jinan di sala 2020’an de ji ber şewba vîrûsê 800 mîlyar dolar dahata xwe winda kiriye.

Rêvebira UN Women Sima Bahous, teqez kir ku ji bo ev rewş ji holê rabe divê, xebatên ji bo jinan hîn zêdetir werin kirin û ev tişt anî ziman:

Ji bo pêşkeftina ber bi bidestxistina wekheviya civakî di navbera jin û mêran de girîngî dayîna berhemên jin û keçan girîng e.

Bahous got,

“Her ku dirêjtir ji bo berevajîkirina vê rewşê bigire, ew ê bêtir lêçûna me hemûyan zehmetir bike.”

Back to top button