John Bolton: Siyaseta Trump xwe dispêre berjewendiyên bazirganiyê

Siyaseta Trump a qezenckirina pereyan ji dewleta Tirk û siyaseta Erdogan a piştevaniya komên terorîst, ji aliyê berpirsine Emerîkî ve têne rexnekirin..
Şêwirmendê Koşka Spî yê berê John Bolton diyar kir ku Trump li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê tev digere.

Trump bazarganiya xwe bi Tirkiyê re dimeşîne, ji lew re wê ceza nake..
Di axaftineke taybet de, Ajansa NBC a Emerîkî ragihand ku Şêwirmendê Trump ê Ewlehiya Neteweyî yê berê John Bolton dibêje ew ji kirinên Trump ên necezakirina Erdogan gelekî aciz bûye.
Bolton anî ziman ku dema Erdogan S-400 kirî, divê bihata cezakirin, lê ji ber Trump xwe dispêre bazirganiya bi Tirkiyê re, ev yek nekir.
John Bolton bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî jî û wiha got:
Trump ji bo ji Tirkiyê pereyan qezenc bike, destûra kuştina bi hezaran mirovên Bakur û Rojhilatê Sûrî da û vê siyaseta xwe heta niha didomîne.
Ev siyaset, ewlehiya Emerîka û baweriya li hemberî wê dixe xeteriyê, ji ber vê yekê divê pêşiya wê were girtin.
BERPIRSEKÎ EMERÎKÎ:
BI PIŞTEVANIYA IXWANAN, ERDOGAN GEFAN LI CÎHANÊ DIXWE
Berdevkê berê yê Wezareta Derve ya Emerîkayê Joseph Adam Ereli jî ragihand ku piştevaniya Erdogan a Ixwan el-Muslimîn gefan li ewlehiya Rojhilata Navîn dixwe û gefeke mezin ji Ewropa û welatên NATOyê jî re çêdike.
Berpirsê Emerîkî teqez kir ku Erdogan serokê mezin ê piştevaniya komên çete ye û ji ber vê yekê siyaseta wî gefan li giştî cîhanê dixwe.
Di dawiya Nîsana borî de, rêveberiya Emerîkayê ragihandibû ew biniyet e rêxistina Ixwan el-Muslimîn bixe lîsteya reş.
Ji aliyê xwe ve, berpirsa medyayê ya Qesra Spî Sarah Sanders jî teqez kiribû ku serokê Emerîkayê bi tîma ewlehiya netewî re ev yek nîqaş kiriye û ji bo vê pêk bînin amadekariyan dikin.
Weke tê zanîn, bi sedan serkirdeyên Ixwaniyên ji Misirê reviyayî, di hembêza Tirkiyê de ne.
Her wekî dewleta Tirk gelek terorîst li jêr navên sexte li Ewropayê jî belav kiriye.
Ev yek gelek caran ji aliyê welatên Ewrûpayê ve jî hate şermezarkirin.

Leave a Reply

Back to top button