Kanada..Di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn

Kanada bi êrişeke kêran hejiya.
Li Kanadayê di êrîşên bi kêran de herî kêm 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 2 gumanbar reviyan e.

Li Kanada bûyereke zu bi zu nayê dîtin rû da.

Li gorî daxuyaniya polîsê Kanadayê, li parêzgeha Saskatchewanê di encama êrişên bi kêran de 10 kes hatin kuştin û herî kêm 15 jî birîndar bûn.

Cîgira Komîserê Servîsa Polîsên Kanadayê Rhonda Blackmore di civîna çapemeniyê de got,

Êrîş herî kêm li 13 cihên cuda hatine kirin û her du berguman hê nehatine girtin.

Hat ragihandin ku her du gumanbarên 30 û 31 salî, piştî êrîşan bi otomobîlê reviyane û paşê li bajarê Recîa yê 320 kîlometro li başûrê welate hatine dîtin.

Xebatên lêgerînê yên li Sasketchewan û her weha li eyaletên cîran Manitoba û Alberta dewam in.

Lê herêma ku behsa wê tê kirin, herêmek pir mezin e ku li gorî mezinahiya parzemîna Ewropayê ye.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku hin ji wan bi qestî hatine hedefgirtin û hin jî bi tesadufî bûne armanc.

Lê heta niha sedemê êrişê nayê zanîn.

Nûnerên civaka xwecihî di daxuyaniyeke hevpar de gotin;

Bi îhtimaleke mezin ev êrîş girêdayî narkotîkê ne.

Federasyona Neteweyên Xwecihî ya Serwer, ku nûnertiya 74 civakên xwecihî yên li Saskatchewan dike jî wiha got:

“Dema ku tiştên metirsîdar yên madeyên hişbir dikevin jiyana civaka me van tiştan dibînin.”

Serokwezîr Justin Trudeau ev êrîş wekî “hovane û dilşikestî” binav kir.

Di armanca êrişkaran de, James Cree ya, civaka xwecî ya ku ji 3 hezar û 400 kesî pêk tê.

Debara gel bi giranî çandinî, nêçîr û nêçîrvanî ye.

Weldon gundek e ku nifûsa wê 200 kes e.

Back to top button