Çalakiyên grevên birçîbûnê bi biryardarî didomin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li zîndanên dewleta Tirk hatiye destpêkirin, bi koma 13’an keta roja 64’emîn.
Xizmên gitiyan bangên piştgiryê didomînin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir daxwazên girtiyan rewa ne û ji bo ev daxwaz pêk bên wê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, li 107 girtîgehan di roja 64’emîn de berdewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.

Li Wargeha Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûne di roja 43’emîn de ye.

Her wiha li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hate destpêkirin, di roja 26’an de ye.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay: Daxwazên girtiyan rewa ne û divê pêk werin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî îro di civîna partiya xwe de derbarê mijarê de axivî û got.

Li vî welatî her roj bêhiqûqî heye. Bi hezaran mirov li dijî van neheqiyan di greva birçîbûnê de ne.

Daxwazên girtiyan daxwazên rewa û demokratîk in. Ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin em ê têkoşîna xwe her bilind bikin.

Xizmên Girtiyan: Divê tu kes bêdeng nemîne

Xizmên girtiyan jî banga hestiyariyê dikin.

Xwişka girtiya bi navê Besiya Ozer, Zeyneb Ozer bang li rayedaran kir û xwest ku daxwazên girtiyan demildest bên bichanîn.

Zeyneb got:

Niha li gelek deveran hem li welêt û hem jî li dervê welêt piştevaniyeke xurt heye.

Piştgiriya wê çalakiyê dê zêdetir bibe û xwe bigihîne hemû qadan.

Li gel vê yekê divê ne tenê malbatên girtiyan tu kes bêdeng nemîne, pêwist e ku hemû malbat û rêxistinên sîvîl jî bikevin hewldanê.

Wesîle Yuksel: Emê bibin dengê çalakgeran

Hunermenda Navenda Çand û Hunerê ya Mezobotamyayê ya Mêrdînê Vesîle Yuksel banga piştevaniyê kir û got: “Li dijî tundî, îşkence û tecrîdê divê em bêdeng nebin û em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.

Back to top button