Jinên Fransayê piştgirî dan pêngava KJK’ê

Jinên Fransayê pêngava KJK’ê ya ji bo piştevaniya jinên Êzidî û Efxan silav kirin û gotin: “Bersiva me li dijî erîşan, wê piştevanî û birêxistinbûna jinan bi perspektîfeke enternasyonalîst be.”

KJK’ê bi dirûşma “Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Efgan û Şengalê re ne” kampanyak da destpêkirin.

Jinên Fransayî bi du çalakiyan piştgiriya xwe ya ji bo kampanya
KJK’ê diyar kir.

Çalakiya pêşîn li platoya Larzacê ji aliyê Jinên Enternasyonalîst ve hat lidarxistin.

Çalakiya duyemîn jî ji aliyê Koordînasyona Jinên Femînîst ên Fransayê ve hat lidarxistin.

Jinan di çalakiyê de ev bang kirin: “Li dijî baviksalarî, hemû dîktatoriyan, bila bijî piştevaniya jinan! Xweparastin li dijî DAÎŞ’ê û Talîbanê! Jin, jiyan, azadî.”

Back to top button