Foruma piştgiriya jinên Şengal û Efxanistanê bi dawî bû

Bi armanca piştgiriya jinên Şengal û Efxanistanê li Reqayê Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efxanistanê hate lidarxistin.
Pirştre forum bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de bang li hemû jinan hate kirin ku yekîtî û rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Di dawî de Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hate diyar kirin ku pirsgirêka jinê ya li Rojhilata Navîn çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye, lewma çareseriya wê ji hemû pirsgirêkên heyî re tekane rê ye.

Divê li dijî tundî, îstismarkirin û zayendparêziyê ku li ser jinan tên meşandin têkoşîn were kirin.

Divê 3’yê Tebaxê bibe roja naskirna çand û mafên Êzidiyan.

Di dewamiyê de hate diyar kirin ku pirsgirêka jinê yek ji pirsgirêkên sereke ye lewam divê rêxistinên jinan di vî milî de xebatên xwe xortir bikin.

Her wiha siyasetên dewleta Tirk a dagirker werin teşhîrkirin û ji tevahî herêmên Sûriye yên dagirkirî werin derxistin.

“Divê li dijî tecrîdê xebat werin xortkirin”

Di dawî de di encamnameyê de hate diyar kirin ku divê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kar û xebat werin xostkirin.

Back to top button