Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir

Şandeyek Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên encûmenên parêzgehan nêz dibe.

Lewma liv û tevgera ji bo hilbijartinan destpêkiriye.

Kurd dixwazin li Kerkûkê bi lîsteyek tevlî hilbijartinê bibin.

Di vê çarçoveyê de Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed ve hate pêşwazî kirin û piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Berpirsê malbenda Hizba Komunîst ya Kurdistanê Dilşad Saleh axivî û got:

“Hêvîdarim guftûgo bibe sedem ku di dema pêş de em di yek lîsteyê de kom bibin û bi vê yekê re li Kerkûkê dengê Kurdan serbixînin.”

Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed jî diyar kir ku ev hilbijartin ji bo Kerkûkê çarenûseke û divê Kurd bi yek lîsteyê tevlî bibin.

Sermed anîziman ku ev yek bi temamî pêk nehatiye û got:

“Em lîsteya Hizba Komunîst û YNK’ê baş dinirxînin, lê em weke Tevgera Azadî li bendê bûn ku lîsteyek hîn berfirehtir pêkbihata.

Me dema borî de jî gotiye her lîste û namzetek xwedî projeyên ji bo xizmeta Kerkûkê be, wê ji aliyê me ve were piştgirîkirin.”

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Iraqê 18’ê Kanûna 2023’yan wek roja hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar kiriye.

Back to top button