Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyanî da

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdulah Ocelan daxuyaniyek da. Bûroyê diyar kir ku tecrîda heyî bingeha xwe ji feraseta înkarê ya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e û bang li
li rayedaran kir ku dawî rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin.

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêber Abdulah Ocelan û girtiyên din dike, têkildarî tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtinê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di nava 12 salan de bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re tenê karîne 5 caran hevdîtinan bikin û ev agahî parvekirin:

Hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin û bi ser re 4 sal derbas bûn.

Miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de bireya telefonê bi birayê xwe re axivî lê ji ber sedemeke nayê zanîn, telefon hate qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.

Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me yên darazî, îdarî û hwd, bi destê dewletê bê encam hatine hiştin.

Bûroyê da zanîn ku saziyên navneteweyî ji bo rakirina biryara qedexeya hevdîtinê, biryar dabû lê saziyên dewletê guh nadin van biryaran û got:

Birêz Abdullah Ocalan di pergaleke ‘êşkenceyê’ de ku heta niha di dîroka ‘hiqûqê’ ya Ewropa û Tirkiye de nehatine dîtin, tê ragirtin.

Tu bingeheke hiqûqî yan jî civakî ya rewşa agahînegirtinê nîne.

Eşkereye ku nêzikatiya heyî bingeha xwe ji feraseta înkarê ya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e.

Tecrîd li dijî birêz Abdulah Ocalan bingeha sereke ya neçareserî û hemû krîzên heyî ye.

Heke bi destê çareseriya demokratîk ê birêz Ocalan bihata girtin, îro jî ev rageşiyên siyasî, dijbertiya civakî û krîza aborî nedihat jiyîn.

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li rayedarên dewletê kir ku dawî li vê rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin.

Her wiha bang li raya giştî ya demokratîk jî kir ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.

HDP’ê ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyanî da

Back to top button