HPG: Hevrê destan yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ye

HPG’ê bi daxuyaniyekê vevrê Destan Botan bi bîr anî û da zanîn li dijî bi sedan dijminên ku dora wê girtin, bi tena serê xwe şer kir.
HPG’ê got:
“Hevrê Destan yek ji leşkerên sembol ên têkoşîna azadiyê ye, mîna bi hezaran lehengên gelêrî berxwedana bi rûmet a Botanê bi rêk û pêk domand.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê hevrê Destan Botan bi bîr anî.

HPG’ê sersaxî ji gelê Cizîra Botan û gelê Kurdistanê re xwest û got:

“Bi avabûna tevgera Apoyî re û dema tevgera Apoyî hate herêma Botanê, gelê herêmê bi xurtî li Apoyiyan xwedî derketiye.

Yek ji zaroka bi rûmet ku ji aliyê gelê Botanê ve hatiye mezinkirin hevrêya me Destan Botan e.

Hevrêya me li navenda bajarê Botanê, li Cizîra Botan a kevnar çavên xwe vekirin.

Wek her Botaniyekî bi naskirina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê xwe mezin bû. ”

HPG’ê diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin ew bû ku xwe bigihîne gerîla û çiyayan û wiha anî ziman:

“Wê perwerdehiya xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Heftanînê stend û dest bi pratîkê kir.

Hevrêya me Destan ku di jiyanê de miroveke fedakar û kedkar bû, hewl da ku xwe ji nû ve biafirîne, xwe bigihîne koka civakî ya jinên Kurd û xwe ji nû ve ava bike. ”

HPG’ê destnîşan kir ku hevrê Destan dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, berê xwe da wir, di gelek xebatan de cih girt û ji bo ku civaka Êzidî azad bibe kedeke mezin da.

Dawiya daxuyanyê HPG’ê da zanîn ku hevrê Destan yek ji leşkerên sembol ên têkoşîna azadiyê ye, mîna bi hezaran lehengên gelêrî berxwedana bi rûmet a Botanê bi rêk û pêk domand.

Nasnameya şehîd li gorî daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

Nasnav: Destan Botan
Nav û paşnav: Kader Acar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê: Leyla
Navê bav: Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2023’an / Nisêbîn

Back to top button