Li Swêdê pêngavek boykotê hate destpêkirin

Komîteya Rojava ku li bajarê Gavel a Swêdê hatibû avakirin ji bo boykotkirina turîzim û malên Tirkî xebatên ku beriya betlaneya Noelê were kirin ragihand.

Berdevka Komîteya Rojava ya Gavle Malîn Akerlûnd ji bo çalakiyên boykotkirina malên Tirkî ku wê 23’ê Kanûnê destpê bike daxuyaniyek da.

Daxuyaniya der barê kampanyayê de ji hemû partiyên siyasî û saziyên çapameniyê yên Swedê re hate şandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi vê kampanyayê wê sûcên şer yên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê teşkirin û ji her kesî bixwazin ku turîzm û malên Tirkiyeyê boykot bikin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Li Rojava her roj êrîş û qirkirin didome. Gelek zarok dibin qurbanên şer. Her malên ku hun dikirin xizmetî vê qirkirinê dikin.”

Li gorî daxuyaniyê Kurd û dostên wan 23-30’ê Kanûnê wê li pêşiya navendên mezin ên kirîn û firotinê kom bibin û ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê pankart û belavok belav bikin.

Her wiha wê 9’ê Çileyê filme ‘Sara’ di 10’ê Çileyê de jî filmên bi navê ‘Resistance is life’ û ‘Girls of the sun’ bê nişandan.

Leave a Reply

Back to top button