Hisên El-Şêx: Kilîta çareseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Edamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Hisên El-Şêx destnîşan kir, çareserî tenê li Sûriyê û bi rêya tevlêkirina hemû hêzên li ser erdê bêyî dûrxistina pêkhateyekê di diyalogê de pêkan e.

Hisên El-Şêx bibîrxist ku aloziya Sûrî, destpêkê serhildanek aştiyane bû, lê piştre veguherî aloziyeke çekdarî û got:

“Vê yekê jî, rê li pêşiya dagikirina axa Sûriyê, mîna dewleta Tirk a dagirker ku herêmên bakurê Sûriyê dagir kirine, vekir.”

Li gorî El-Şêx, aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Aûrî çareser dibe û kilîta çareseriyê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ji ber hemû pêkhateyan himbêz dike.

Back to top button