HDP’ê ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyanî da

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê xwest tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
HDP’ê eşkere kir ku divê derfet bê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

HDP’ê diyar kir ku li Îmraliyê pêkanînên dijmirovahî bi awayekî sîstematîk dewam dikin û got:

“Ji îro pê ve dibe 4 sal in ku parêzer bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nakin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro di navbera 2’ê Gulan û 7’ê Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatine.

Herî dawî ji van pênc hevdîtinan di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatibû.

Serlêdanên nivîskî yên parêzeran ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatin kirin, bêbersiv hatin hiştin.”

HDP: Tecrîd bi polîtîkayên şer ve girêdayî ye

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din dan ragihandin ku wan serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY dane.

HDP’ê eşkere kir ku ev daxwaza îtirazê hate qebûlkirin.

Biryar hat dayîn, divê rewşa tecrîda li ser kesên serlêdan kirine bidawî bibe,

Û bi kîjan parêzerî re dixwazin hevdîtinê pêk bînin bê astengî divê hevdîtin bê kirin” .

Lê belê ne raporên CPT’yê pêk hatin û ne jî biryarên NY hatin naskirin.

HDP: Divê pergala tecrîdê bi dawî bibe

HDP’ê destnîşan kir ku Pergala tecrîdê bi polîtîkayên dewletê dikare were ravekirin û got:

“Ev tecrîda hemû rêgezên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî binpê dike.

Bi taybetî jî qedexeya êşkence û muameleya xerab a ku li girtîgeha girava Îmraliyê divê demildest bê rakirin.

Divê li gorî raporên CPT’yê gav bên avêtin, biryarên NY’ê bên şopandin û dawî li sîstema tecrîdê bê.

Newroz Uysal hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand

Back to top button