Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê hêzên xwe li Zapê bi cih dike.
Tevî nerazîbûnan jî lê hewldana PDK’ê ya alîkariyê dewam dike.
PDK’ê bi kepçeyan rê li çiyê çêdikin û ber bi kûrahiya Zapê ve bi pêç ve diçin.
PDK’ê li eniya başûrê Zapê jî nuqteyên leşkerî ava kir û hewl dide rêyên nû ji dewleta Tirk re çêbike.
Beriya 2’ê Tebaxê PDK’ê hêzeke mezin a leşkerî li navçeya Amediyê ya Başûr bi cih kiribû.
Û ji wir jî hêza xwe derbasî qadên gerîla kiribû.