Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hê jî berdewamin .
Şevê din artêşa dagirker êrişî gundên Eyn Îsa, Şêrawa, Til Temirê, Girê Spî û Kobanê kir.
Derengî şevê Artêşa Tirk gundê Ebû Sira û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin.
Her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran kir.
Heman dagirkerî gundên Zerê, Tepe Xanê, Xanê û Silîp Qeran ên Girê Spî topbaran kir.
Dagirkeran bi obîsan gundê Til El Leben ê Til Temirê jî topbaran kir.
Di heman demê de nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Kor Elî yê bajarê Kobanê jî topbaran kir.