Foruma piştgiriya jinên Şengal û Afxanistanê hat lidarxistin

Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, li Reqayê Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê hat lidarxistin.

Foruma bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” li hola Zanîngeha Şerq a li Reqayê Pêk hat.

Nûnerên YPJ’ê, Kongra Star, Yekitiya Jinên Êzidî, Jineolojî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên jinan ên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî forumê bûn.

Li gorî bernameya forumê, dê 4 rojevên sereke bên nîqaşkirin.

Rojevên forumê bi van sernavan in; “Qirkirina jinan li ser asta cîhanê”, “Qirkirina jinan li Rojhilata Navîn-Efganistan wekî nimûne” ,”Qirkirin û berxwedana jinên êzidî” , “Çareserî” ne.

Ev forum di çarçoveya çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo piştgirîdayîna kampanya KJK`ê de, tê lidarxistin.

Back to top button