Fransa piştevaniya xwe ya ji Burkîna Faso re bidawî kir

Fransa bi diyarbûna piştevanên bo darbekarên li Nîjerê re, helwesta xwe diyar kir.
Parîsê alîkariya xwe ya ji bo geşbînî û aboriya ji Burkîna Faso re da rawestandin.

Wezareta Karê Derve ya Fransa li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê diyar kir ku heta daxuyaniyek din alîkariya ji bo geşbînî û aboriya Burkîna Faso dihat kirin hatiye rawestandin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, par ji bo Burkîna Fasoyê 13 milyon ewro alîkariya bûdceyê hatibû plankiri.

Tevaya alîkariya geşepêdanê ya Fransayê ji bo vî welatî 482 milyon euro bû.

2022’an li Burkîna Faso 2 darbe pêk hatine.

Ya yekem di meha Çile û ya din jî di Îlonê de pêk hat.

Di çarçoveya Operasyona Saberê ya Çileya îsal de daxwaza derketina leşkerên Fransî ji welêt kiribû.

Fransa razî bû ku leşkerên xwe vekişîne, lê bi alîkariya pêşveçûnê û piştgiriya budceyê dewam kir.

Burkîna Faso herî dawî piştgiriya xwe ji cûntaya leşkerî ya li Malî û Nîjer re ragihand.

Burkîna Faso û Malî jî hişyarî dan Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) û Fransayê ku destwerdana leşkerî li Nîjer tê wateya şer li dijî wan.

Fransa di 29’ê Tîrmehê de hemû alîkariya aborî ya ji bo Nîjera ketî bin destê darbekaran ve da rawestandin.

Back to top button