Mistefa Kazimî ji bo dengdana li ser kabîneyê, xwest hefteya bê Parlamento bicive

Serokwezîrê erkdarkirî, Mistefa Kazimî ji bo dengdana li ser kabîneya xwe, bi fermî ji parlamentoya Iraqê xwest ku hefteya bê bicive.

Parlamenterê Tevgera Hîkme Star Cabirî ragihand ku Kazimî ji bo dengdana li ser kabîneya xwe, bi fermî ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê xwest ku hefteya bê bicive.

Li gorî parlamenter Star Cabirî, hefteya bê wê parlamento dema rûniştinê eşkere bike û piştî wê, wê Mistefa Kazimî bername û navên wezîran pêşkêkî parlamentoyê bike.

Dema qanûnî ya Mistefa Kazimî ya ji bo avakirina hikumetê, bi dawî dibe û divê berî wê, avakirina wê ragihîne.

Back to top button