Zînî Wertê..Meşa ku biryar bû îro pêk bihata, ji aliyê Asayîşê ve hat astengkirin

Meşa ku biryar bû li herêma Zînî Wertê bihata destpêkirin, li gelek cihan ji aliyê Asayîşa herêmê ve hat astengkirin.

Dihat payîn îro ji bo aloziya Zînî Wertê, welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê ber bi Zînî Wertê ve meşeke girseyî bixista, lê belê ji aliyê asayîşê ve hat astengkirin.

Çalakvan hewl didin ku destûra meşê bê dayîn û eger çalakî pêk neyê, wê girseya Silêmanî li Taslûce kom bibe, hem astengiyê şermezar bikin hem jî peyama ku diviyabû li Zînî Wertê bigihînin hêzên PDK, YNK û PKK’ê bixwînin.

Back to top button