IRC: Dibe milyarek kes bi vîrûsê bikevin û 3.2 jî bimrin

Duh Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kiribû ku vîrûs wê demeke dirêj bimîne.. Ji aliyê xwe ve, Komîteya Rizgarkirina Navdewletî jî egeriya pêketina milyarek kesî bi vê vîrûsê da. Herî dawî NY jî hişyariya krîzên xizanî, birçîbûn û betaliyê li hin welatan da. Lê li gel van nûçeyan, tiştekî baş derdikeve holê ku zanîngeha Oxfordê ya Brîtanî tecrubeya dermanekî kiriye û encam erênî bûn.

Komîteya Rizgarkirina Navdewletî “IRC”, da zanîn ku eger rêkarên lezgîn ji bo pêşîgirtina vîrûsa Coronayê neyên girtina wê milyarek kes bi vîrûs bikevin û 3 milyon û 200 hezar jî bimirin.

Komîteya “IRC” hişiyarî da ku dewletên mîna Efxanistan, Sûriye û Yemen ji ber şer ew ji hev xistine, divê bilez alîkarî bi wan re bê kirin.

FAO: Dibe xizanî û birçîbûn li Amerîka Latînî zêdetir bibe

Vîrûsa Corona, li alieykî mirov dane ber hev, li aliyê din jî birçîbûn û xizanî bi ser wan de aniye.

Rêxistina “NY” ya xwarin û çandiniyê “FAO” hişiyariya vê yekê li Amerîka Latînî da û diyar kir ku “wê xizanî û birçîbûn zêdetir bibe”.

Li gorî Rêxistinê, welatên xizan û zehmetiyan dikşînin ev in:

Venezuela, Salvador, Guatemala, Honduras, Nicaragua û Haiti ye.

NY her wiha hişyariya bêkariyê jî da.

Heya niha jî li welatên Amerîka Latînî zêdetirî 175 hezar kes bi vîrûsê ketine û 8 hezar û 700 jî mirin.

Jixwe Amerîka ji ber vîrûsê berbat bûye û jimara nexweşan milyonek derbas kiriye.

Trump jî, ev yek xist stûyê Çînê û diyar kir ku ew difikirin wê ceza bikin.

Oxford dermanekî tecrube dike

Li gel hewldanên vedîtina derman jî, hate raghandin ku Zanîngeha Oxford a Brîtanî derzîkirinek li ser 6 meymûnan ceribandiye, encama wê jî erênî bû.

Li gorî tê payîn, ev aşleya dijîvîrûsê, wê meha Îlonê li ber destan be.

Li aliyekî din, hin welat êdî hin bi hin rewşê kontrol dikin..

Tê gotin, Korya Başûr, Awistralya û Netherlands li dijî vîrûsê bi ser ketin û hêdî hêdî vedigerin jiyana asayî.

 

Meclisa Ewlehiyê banga agirbersteke 90 rojî li cîhanê kir

Meclisa Ewlehiyê banga agirbesteke 90 rojî li tevahiya cîhanê kir.

Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê projeya biryara agirbesta 90 rojan li tevahî cîhanê dixe dengdanê da ku alîkariyên mirovî bigihêjin kesên pêwîstiya wan pê heye.

Vîrûs dibe bibe sedema laerşê

Bijîşkên li DYE’yê diyar kirin ku vîrus ji xeynî pişik û gurçikê, di xwînê de jî rê li ber xisarên mezin vedike.

Hate diyarkirin ku li bajarê Los Angeles nexweşekî vîrûsa corona piştî 19 rojan di beşa venêrîna kûr de maye, bijîşk neçar mane ku lingekî wî jêkin.

Hate ragihandin ku ev kes damarên lingê wî xitimîne û lareş lê peyda bûye.

Tê diyarkirin ku ev kes berê nexweşiyeke wî ya wisa tunebûye û ev lareş ji ber koronavîrusê pêk hatiye.

Back to top button