Welatiyên Qamişlo: Êriş me têk nabin û em ê têkoşîna xwe bidomînin

Xelkê Qamişloyê û Amûdê îro sersaxî ji malbatên şehîdên ku di encama êrişa dewleta Tirk de li ser taxa Sîna şehîd bûn. xwestin. Hat gotin ew ê heta dawiyê li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

6’ê vê mehê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya li bajarê Qamişlo êriş pêk anî.

Di encamê de endamê Saziya Dîsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê û 3 welatiyên din ku 2 zarokên bi navên Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên jî din avê de bûn, şehîd bûn.

Şehîdên êrişê duh li goristanên şehîdan yên li Qamişlo û Amûdê bi merasîman hatin oxirkirin.

Îro Şêniyên kantona Qamişlo û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Konê sersaxiyê yê her du zarokan û şehîd Şemdîn Şemdîn li pêş Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hat vegirtin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Necah Silêman da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişan hewl dide vîna gelê me bişkîne, lê belê armanca wî pêk nayê.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD yê Qamişloyê Mesûd Dawûd jî axivî û got:

“Bêdengiya dewletên herêmê li hember komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşaneya hevkariya wan e.”

Yek ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan jî axivî û diyar kir ku QSD’ê amede ye parastina herêmê û destkeftiyên şoreşa xwe bikin.

Şêniyên Amûdê sersaxî dan malbata şehîd rûxaz Amûdêli

Li navçeya Amûdê jî, şêniyên navçeyê sersaxî dan malbata Rûxax Amûdê.

Konê sersaxiyê yê şehîd li pêşiya mala wî hatiye vedan.

Di bin kon de, Hevserokê PYD’ê yê navçeya Amûdê Adil Mela Emîn axivî.

Adil Mela Emîn da zanî ku bi saya şehîdan û şervanên azadiyê ew ê biserkevin û dagirkeran ji xaka xwe derxînin.

Back to top button