Nesrîn Abdullah: Em ê tola herdu jinan hilînîn

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku ji bo tolhildana herdu şehîd Seida û Hind wan dest bi pêngaveke bifreh li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê kiriye û got, YPJ’ê ji bo parastina jinan ji tevahî gefan re mertal e.

Bi vê gotinê, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah teqez kir ku têkoîşna wan li dijî terora DAIŞê berdewam e.

Di demên dawî de, şanayên DAIŞ’ê gelek kesayetên payebilind û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser şehîd xistin.

Herî dawî çetayan hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgera wê di 22’ê meha borî de ravandin û roja din bi awayekî dermirovahî şehîd xistin.

QSD’ê bi beşdariya YPJ, YPG, û Hêzên Asayîşê 4’ê Sibatê ji bo rakirina tola herdu jinên şehîd, operasyoneke hevbeş û berfireh li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Têkildarî Berdevka Yekîneyên Parastinê Yên Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî û got:

Ew şane hewl didin xwe ji nû ve li herêmên ku berê li jêr serweriya wan, bi taybet li herêma Firatê belav bikin û ev êrîşên ku pêk tînîn bi awayekî plankirî tên kirin.

Li gorî Nesrîn Abdullah, jin ne tenê di warê leşkerî de pêşengtî kir, li belê di warê civakî de jî xwedî berxwdaneke mezin e, ji lew re tên armanckirin.

Berdevka Yekîneyên Parastinê Yên Jin (YPJ) dawiyê teqez kir ku divê jin dudilî nebin û di girtina cihên xwe yên li nava saziyên Rêveberiya Xweser de çi leşkerî çi siyasî dibe, netirsin û ji ber ku ev yek ji bo mirovahiyê, têkoşîneke mezin e, divê li ber xwe bidin.

Back to top button