Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên kedkar a cîhanî li hemû jinên cîhanê pîroz kir.
KCK’ê diyar kir ku wê rizgariya jinan bi xwe re rizgariya hemû bindest û mirovayetiyê pêk bîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek weşand.
KCK’ê di peyama xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û ev got:
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ku bûye dost, heval û hogirê rastîn ê jinan, jinên cîhanê têkoşîn û hewldaneke mezin danîn holê.
Em têkoşîna wan silav dikin û careke din diyar dikin em Tevgera Azadiyê ya Kurdan em ê bi têkoşîna jinan re bin.”
KCK: Rêber Apo bûye hevrêyê jinan
Li ser keda Rêber Apo di mijara rizgariya jinê de jî KCK’ê wiha got:
“Rêber Apo îdeolojiya rizgariyê ya jinan ava kiriye.
Bingeha teorî û felsefî a azadiyê daniye holê û ji bo azadiya jinan hevkariya herî mezin kiriye.
Rêber Apo bûye dost, hevrê û hevalê rastîn ê jinan û bi jinan re li ser bingeha azadiyê kom bûye.
Em Tevgera Azadiyê ji ber ku xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têdikoşin û hewl didin, hemû inên cîhanê spas dikin.”
KCK: Şoreşa azadiya Kurdistanê şoreşeke jinan e
KCK’ê da xuyakirin ku şoreşa Azadiya Kurdistanê hêza xwe ji rastiya jina azad digire û ji ber vê jî Şoreşa Azadiya Kurdistanê dibe şoreşa jinan.
Dawiya daxuyaniya xwe KCK’ê diyar kir ku rizgariya mirovayetiyê wê bi rizgariya jinan pêk were û banga piştgiriya zêdetir bi wan re kir.