Li Rûsya ji bo polîsan qanûnek nû hate derxistin

Li Rûsya ku polîsên wê her ji ber tundiyê têne rexnekirin, qanûnek nû hate derxistin. Li gorî vê qanûnê jî polîs dikarin bêdestûrê bigrin li avahî û erebeyên sivîlan dikarin lêgerînê bikin. Bivê qanûnê re destê polîsan hîna hate xurtkirin.

Li gorî pêşnûmeya ku doh Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin ve hate îmzekirin, ger kesên li hundur di dosyayê de wekî gumanbar neyên dîtin jî polîs wê êdî karibin bi zorê têkevin malan.

Li gorî qanûna nû, ji bo polîs bikevin hindirê malê tenê gumanên narkotîk, teqemenî an tiştên dizî bi têrê dike.

Her wiha hat diyarkirin ku polîs ji bo “jiyan xilas bikin, li dijî teror û sûcê şer bikin” dikarin bikevin erebeyan.

Desthilatiyên ku bi zagona nû ji polîsan re hatine dayîn bi van re sînordar namîne.

Zabit êdî ne tenê herêmên ku sûc lê tê kirin, di heman demê de ew ê karibin deverên rêxistinên ku ew bawer dikin ku ji bo gel xeternak in, wekî civînên mezin, dorpêç bikin.

Qanûna ku bêtirî salek û nîvê ye li ser Putin nû îmze kir.

Back to top button