Şandeyeke Amerîkî li gel fermandariya QSD’ê li kampa Holê bûn

Şandeyeke CENTCOM’ê bi serkêşiya Generalê Amerîkî Micheal Corella li gel Şandeyeke Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi serkêşiya fermandarê giştî Mezlûm Ebdî duh serdana kampa Holê kiirin.
Şande ji bo çavdêriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampê bûn û li wir daxwaz ji wan hat kirin ku ji bo çareserkirina vê dosiyê alî bikevin nava tevgerê.

Şandeyeke CENTCOM’ê bi serkêşiya Generalê Amerîkî Micheal Corella li gel Şandeyeke Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi serkêşiya fermandarê giştî Mezlûm Ebdî duh serdana kampa Holê kiririn..

Şandeyê gelek agahî der barê rewşa li kampê ji aliyên ewlehî û mirovahiyê de wergirtin û fermandariya pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” hûrgiliyên xeteriya li kampê parve kirin..

Her wiha li ser rewşên qetilkirin û îşkenceya ku şaneyên DAIŞ’ê û jinên rêxistina terorîst li dijî niştecihên kampê pêk tînin, jî şande hat agahdarkirin.

Fermandariya Pêngavê: Divê çareyek ji pirsgirêka kampa Holê re bê dîtin

Fermandariyê agahî li ser hewldanên berê û niha yên endamên terorîst ku dixwazin ji kampê birevin jî agahî parvekirin û hat gotin:

“Divê çareyeke lezgîn li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya QSD’ê were dîtin û pêşî li zindîkirina wê were girtin.

Civata navneteweyî kampa Holê ji aliyên ewlehî û mirovî paşguh dike û dewlet red dikin ku welatiyên xwe yên li kampê vegerînin.”

Rêveberiya Kampa Holê jî agahî li ser rewşa mirovî ya li kampê, gefên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û hewldanên wan ên sûdewergirtina ji vê rewşê bi şandeyê re parve kir..

Fermandarê CENTCOM’ê Michael Corella jî ji ber şehadeta 2 şervanên QSD’ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyêê de sersaxî xwest û piştgiriya xwe bi QSD û malbatên şehîdan re anî ziman.

Her wiha diiyar kir ku divê dewletên welatiyên wan li vir in, wan werbigrin.

Back to top button