67 malbatên ji Minbicê ji kampa Holê hatin derxistin

Rêveberiya kampa Holê 67 malbatên ji bajarê Minbicê ji kampê derxistin.

Piştî ku navên malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin, hate tomarkirin û belgeyên wan ji aliyê rêveberiyê kampê ve hatin piştrastkirin, îro qefla 9’emîn a koçberan ji kampê derket.

Ev qefla 9’an ji 67 malbat (236 kes) pêk dihat, piraniya wan zarok û jinên ji bajarê Minbicê ne.

Rêveberiyê kampê destnîşan kir ku niha navên koçberên din ên ku dixwazin ji kampê derkevin, tên tomarkirin.

Her wiha ji bo malbat bên parastin û radestî xizmên wan werin kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bi malbatan re biçin heta bajarên wan.

Hê jî bi deh hezaran kes ku piraniya wan malbatên DAIŞ’î ne li Kampa Holê dimînin.

Ji bo pêkanîna biryara ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di civîna 5’ê Cotmeha 2020’an a li gel Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de li dar xist, koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bi kom ji kampa Holê derdikevin.

Back to top button