Rejîma Îranê di vê dema dawî de li dijî çalakvanên sîvîl û xwendekar, hûnermend û rewşenbîrên kurd operasyoneke qirkirina siyasî daye destpêkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê di 2 heftiyan de ji 90’î zêdetir kes hatin girtin.
KONGRA-GEL zextên dema dawî yên rejîma Îranê şermezar kir û bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî vê yekê, têkoşîna azadiyê bilind bikin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-KMMK’ê ragihand li Rojhilatê Kurdistanê di van 2 heftiyên dawî de 92 kes hatine girtin.
Komeleyê got:
”Ji ber tundiya îstîxbaratê nayê zanîn bê ka li kuderê girtî ne, derheqê ewlehî û tendiristiya wan de fikar têne kirin.”
Kongra Gel: Gelê Rojhilat divê li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bike
Her wiha dîwana hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi daxuyaniyekê zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser çalakvanên sîvîl û xwendekarên Kurd, bi taybetî jî li ser hûnermend û rewşenbîrên jin ên Kurd, operasyonan dimeşîne û wan davêje zîndanan.
KONGRA-GEL siyaseta rejîma Îranê şermerzar kir û diyar kir ku Îran bi zext, girtin û kuştinan nikare berxwedan û daxwazên gelê Kurd têk bibe û agirê azadiyê yê li Rojhilatê Kurdistanê vemirîne.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Siyaseta dij kurd nade qezenc kirin, berovajî dibe sedema krîz û kaosê, dibe sedema têkçûyîna dewletên heremê. Ger ku Îran dixwaze xwe ji krîza heyî xilas bike divê mafê kurdan nasbike.”
KONGRA – GEL bang li Îranê kir ku dev ji siyaseta dij kurd berde û li ser esasê netewa demokratîk çareseriyê pêk bîne.
Her wiha bang li gelê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî jin û ciwanên kir ku heta li Îranê li ser esasê neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratik çareserî pêk neyê, pêwîst e bê navber têkoşîna azadiyê bimeşînin.