KODAR û PJAK: Rêzan Cawîd di êrişa 6’ê Tebaxê ya li Qamişlo de şehîd bû

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê û KODAR’ê derbarê şehadeta endamê xwe Rêzan Cawîd ku di êrişa li ser taxa Sînaa ya di 6 tebaxê de li Qamişlo şehîd bû daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyniyê de hat gotin ku Rêzan Cawîd ji bo şopandina ezmûna şoreşa Rojava çûbû bakurê Sûriyê. KODAR’ê û PJAK’ê êriş şermezar kir û ji malbata Şehîd Rêzan Cawîd û gelê Kurd re xwest û soza bilindkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dan.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAKÊ û Komelgeya Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistan-KODAR’ê derbarê şehadeta endamê xwe Rêzan Cawîd ku di êrişa li ser taxa Sînaa ya di 6 tebaxê de li Qamişlo şehîd bû daxuyaniyeke hevbeş dan..

Di daxuyaniyê de Şehadeta Rêzan Cawîd weke xisareke mezine ji bo tevgera azadîxwaza hat bi navkirin û hat gotin: “Em êrîşên dijminan û bi taybet êrîşên rejîma faşîst û dagirker ên Tirkiyê şermezar dikin.

Ji ber şehadeta hevalê xwe ji Rêber Apo, gelê welatparêz yê bajarê Mihabadê û malbata Rebanî û hemû gelê Kurd sersaxiyê dixwazin..”

KODAR û PJAK : Şehîd Rêzan ji bo şopandina ezmûna şoreşê li wir bû

Her wiha KODAR’ê û PJAK’ê diyar kirin ku Rêzan Cawîd weke endamê konseya rêveber a KODAR’ê ji bo şopandina ezmûna Rêveberiya Xweser çûbû Rojavayê Kurdistanê û got:

“Şehadeta heval Rêzan Cawîd û dehan zarokên gelê me li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsbat dike ku dijminên gelê me dest dane destê hev da ku pêşî li wê şoreşa bi heybet bigirin.

Şehîdê giranbûha, Rêzan Cavîd bi dirêjahiya salên xwe yên tekoşînê de weke kesayeteke pak û dirust, bû xemxwarê gelê xwe û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd.”

KODAR û PJAK : Em ê şopdarên riya hevrêyê xwe bin û asta têkoşînê bilind bikin

KODAR’ê û PJAK’ê di dawiya daxuniya xwe de êrişên qirker yên dewleta faşîst û dagîrkera Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: “Em, konseya rêveber ya KODAR’ê û meclisa PJAK’ê sond dixun ku heya nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe û berdewamiya rêya şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.”

Back to top button