Şer giran e û heta niha gelek çete hatin kuştin û birîndarkirn

Li Eyn Îsayê şer giran e û bênavber şervan bersivê didin êrîşên dagirkeriyê..
Heta niha topbaran û êrîş li dar in û di çarçoveya parastina rewa de, ji vê sibehê de jimarek mezin a çeteyan hatiye kuştin.

Nûçeghanê me ragihand ku vê berbangê çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundê Mielek ê navçeyê kir da ku xwe bigihînin rêya M4, lê şervanên QSD’ê ev hewldan pûç kir.

Nûçegihanê me her wiha diyar kir ku di heman demê de jî, çeteyan êrîşî gundê Seyda û Mişêrfê jî kir û şervanên QSD’ê bersiva êrîşê da û ew têk bir.

Heta niha, di encama berxwedana şervanên QSD’ê li hember van êrîşan de, jimareke mezin a kuştî û birîndarên çeteyan çêbûye.

Jixwe duh jî, ji ber van êrîşên giran û hovane, zarokek şehîd bûbû û hîna jî şer berdewam e.

Back to top button