Meclisa Silûkê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Şirkê yê Eyn Îsayê pêk anî daxuyaniyek da.
Meclisa Silûkê diyar kir ku hêzên garantor û civaka navneteweyî berpirsên komkujiya hovane ne.
Di daxuyaniyê de komkujiya hovane ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk anî hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin:
Rûsiya berpirsa komkujiyê ye, ji ber ku li wê herêmê bi cih bûye.
Qaşo ji bo çavdêriya agirbestê û binpêkirinên Tirkiyê li wire, lê gelek komkujî li dijî sivîlên li herêmê pêk hatin.
Divê civata navneteweyî û Rûsya berpirsyariyên xwe bi cihbînin, Û
Rê li pêşiya binpêkirinên domdar ên Tirkiyayê bigirin.