QSD’ê nasnameyên 4 şervanên ku duh di êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li dijî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûn, eşkere kirin. QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku duh (19 Tebax) di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.
QSD’ê li ser endama konseya Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat ku di encama êrîşê de şehîd bû wiha got,
”Heval Sosin di tevahî pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşger ên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî de cihê xwe girt”.
QSD’ê diyar kir ku Egîd Girgê Legê jî ku ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ye bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyên xwe pêk bîne.
QSD’ê da zanîn şervanên Meclisê Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed jî di demên zehmet de têkoşîna xwe meşandin.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan dubare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,
Nasnav: Sosin Bîrhat
Nav û Paşnav: Sosin Mihemed
Navê dayik: Zeyneb
Navê bav: Hesen
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Egîd Girkêlegê
Nav û Paşnav: Peywan Remeda
Navê dayik: Fercê
Navê bav: Elî
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Rubar Hesekê
Nav û Paşnav: Elî El-Xerze
Navê dayik: Neîma
Navê bav: Nayıf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Seyfullah Ehmed
Nav û Paşnav: Seyfullah Ehmed
Navê dayik: Munîfa
Navê bav: Newaf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021