Efrîn..Çeteyan 4 kes ji gundê Hêkcê , 2 kes ji gundê Kosa revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin.
Dagirkeran ji navçeyên Efrînê gelek kesên din revandin.
Di çarçoveya guhertina demografîk de jî bi piştgiriya komeleyeke Kuwêtê dibistaneke Tirkî li gundê Şadêrê ya bi ser Şêrawa tê avakirin.

Efrîna dagirkirî revandin, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan û guhertina demokrafîk bê navber dewam dike.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku di 17’ê tebaxê de, çeteyan 4 welatiyên bi navê Şêrhat Zeîm Hesen, Murad Qazqalî Dalo, Ebdo Henan Sebrî û Elî Yusif Elî ji gundê Hêkicê yê bi bi ser Navçeya Şiyê revandin.

Hat diyar kirin heta niha jî çarenûsa wan ne diyar .

Li Gundê Kosa yê bi ser Navçeya Raco jî çeteyan jina bi navê Aytan ya 38 salî û hevjînê wê Xelîl Şêxo yê 48 salî ji gund revandin û birin Girtîgeha li gundê Maratê.

Li gorî Navenda Belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, ji destpêka meha tebaxê heta niha 48 kes hatine revandin.

Çete riyên hesin ên trênê yên li gundê Meydan ikbis vedikin û didizin

Li aliyekî din, dizî û talana li Efrîna dagirkirî berdewa dike.

Li gorî malpera Efrîn Porst, çeteyên koma bi navê Feyleq El-Şam riyên hesin yên tirênê ên li gundê Meydan Ekbesê vedikin û li bazarê weke xurde difiroşin.

Li gundê Şadêrê yê Şêrawa dibistaneke Tirkî tê ava kirin

Dagirker guhertina demografya Efrînê jî bê navber dewam dikin.

Komeleyên bi navê El-Eyadî-El-Beydaa û Şêx Ebdelah el Nûrî yên Kiwêtê di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de dibistaneke Tirkî li gundê Şadêra yê bi ser Navçeya Şêrawa ava dike.

Back to top button