QSD’ê: Êrîşên dewleta Tirk ew ê bê bersiv nemînin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de diyar kir ku ewê bersiva êrîş û dagirkeriyê ya li ser herêmê bidin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê daxuyaniyek da.

Fermandariyê balkişande li ser êrîşên ku 19’ê Tebaxa 2021ê, yên li Til Temir û Qamişloyê pêk hatin.

QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk bi agirbesta bi misogeriya DYA û Rusya ve girêdayî nema û bi her şêwazî êrişên xwe li ser gel berdewam kir.

Fermandariyê destnîşan kir ku dewleta Tirk jî cesaretê ji bêdengî û helwesta ne zelal yên dewletên garantorên agirbestê ên wekî Rûsya û Emerîka digire.

QSD’ê eşkere kir çawa wan gel ji terora DAIŞ’ê parast û paqij kir wê ji vir û şûn de jî bi rûh û îradeyeke ji pola li hemberî êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin.

Back to top button