Bi boneya cejnê, Artêşa Niştimanî agirbestek yekalî radighîne

Bi boneya cejna Remezanê, Artêşa Niştimanî ya Lîbî, agirbesteke yekalî ragihand. Nûnera NY bo Lîbyayê jî dibêje ku hikumeta Wîfaqê li gorî biryara agirbestê tev nagere. Li ser erdê jî, Artêşê êrîşeke çeteyên dewleta Tirk ya li ser bajarê Esabi’a  şkand û ziyanên canî û madî gihand êrîşkeran.

Îro Çarşemê, Artêşa Niştimanî ya Lîbî bi daxuyaniyekê, agirbesteke yekalî bi boneya cejna Remezanê li Terablusê ragihand.

Artêşê got:

Em dizanin ku gelê me yê li Terablusê, ji ber kirinên çeteyên dewleta Tirk, gelek zehmetiyan dikşînin.

Di destpêka meha Remezanê de, me agirbesta yekalî ragihand, lê hikumeta Wîfaqê destek neda vê destpêşxeriyê û êrîşên xwe di dema dawî de zêde kirin, taxên sivîlan, avahiyên bijîşkî û erebeyên ku pêdiviyên mirovî vedughastin, topbaran kirin.

Artêşa Niştimanî bang li hikumeta Wîfaqê kir ku ew jî pabendî vê agirbestê bibe û di cejna Remezanê de êrîşên xwe rawestîne.

Nûnera NY bo Lîbyayê: Hikumeta Wîfaqê li gorî agirbestê tev nagere

Girêdayî mijarê, duh nûnera NY ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, ragihand ku hikumeta Wîfaqê li gorî biryara agirbestê tev nagere.

Williams, banga agirbestê li aliyên Lîbî kir û ji bo qedexeya şandina çekan jî banga rêzgirtina li biryarên navdewletî kir.

Li ser erdê jî, Artêşa Niştimanî êrîşeke hêzên Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk a li ser bajarê Esabi’a الأصابعة şkand.

Navenda ragihandinê ya odeya operasyonên Kerama ya Artêşa Niştimanî ragihand ku di bersivdayîna vê êrîşê de, erebeyeke zirxî ya Tirkî ji cureya KERBY tevî jimareke maşîneyên leşkerî yên Tirkî hatin teqandin.

Her wiha gelek çete hatin kuştin û yên mayî jî reviyan.

Ji aliyê xwe ve, navenda ragihandina hêza yedek a Artêşê ragihand ku, li eniya Kobrî Cendûba, ku çeteyan ji wir dest bi êrîşên xwe dikir, 2 maşîneyên leşkerî yên çeteyab ji kar hatin derxistin.

Beriya 2 rojan, ji ber topbarana dewleta Tirk, Artêşa Niştimanî, tevî çek û cebilxaneya xwe, ji baregeha Wetiya vekişiya û ew bi vekşandineke tektîkî bi nav kir.

Wezareta Derve ya Lîbyayê: Keştiyên Tirkî, ji peravên Lîbyayê bajaran topbaran dikin

Di vê derbarê de, duh Wezareta Derve ya Lîbî ku ji parlamenê hatiye der, dijminatiya dewleta Tirk şermezar kir û eşkere kir ku keştiyên Tirkî ji peravên Lîbyayê, bajarên Lîbî topbaran dikin.

Wezaretê bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekî ji kirinên dewleta Tirk li Lîbyayê re deyne.

Back to top button