21’ê Sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê

21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Zimanzan Necmiye Alpay balkişande ser giringiya zimanan û got: Komara Tirkiyê ji bo ku zimanê kurdî tune bike çi ji destê wê hat kir, lê Kurd bi têkoşînê xwedî li zimanê xwe derketin û zimanê xwe zindî hiştin.

21’ê Sibatê ji aliye Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hate qebûlkirin.

Ji sala 2000’î ve ev roj ji aliyê kurdan ve bi girîngî û rêzeçalakî tê li darxistin.

Zimanê kurdî li sazî û dezgehên dewletê hê jî qedexe ye û wek zimanê nayê zanîn tê pênasekirin.

Bi wesîleya 21’ê Sibata îsal ku wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di bin siya xemgîniya erdhejê de were pîrozkirin, zimanzan Necmiye Alpay nirxandin kir.

“Komara Tirkiyê ji bo Zimanê Kurdî bike çi ji destê wî hat kir lê serneket”

Necmiye Alpay anî ziman ku ziman yek ji amûrên herî girîng ê ragihandinê ye di heman demê de ziman aktîvîteyek fikirandin, hînkirin û çandê ye û got:

Dema zimanê civakekê tune were hesibandin tê wateya tune hesibandina hebûna wê civakê

Komara Tirkiyê ji bo ku zimanê kurdî tune bike çi ji destê wê hat kir.

Dixwaze hemû zimanan bike yek tîp.

Necmiye diyar kir ku tenê qebûlkirina zimanê tirkî polîtîkayek giştî ye û ev got:

Li Tirkiyê asimilasyona bi darê zorê heye.

Ev sûcê dijî mirovahiyê ye. Kurdî qedexe dikin.

Dixwazin çand û zimanê kurdî bikin amûra polîtîkayên yekperest a dewletê.

“Kurdan bi têkoşînê zimanê xwe zindî hiştin”

Alpay desnîşan kir ku Kurd ji bo xwedî li zimanê xwe derkevin têkoşînek bê hempa didin meşandin û got:

Ez ji salên 90’î vir ve rewşa kurdan û zimanê wan dişopînim.

Weşanxaneyên kurdî hatin avakirin.

Pirtûkên kurdî hatin çapkirin û wergerên wan hatin kirin.

Divê bi awayekî van tiştên hatine serê wan bi zimanê xwe tomar bikin.

Back to top button