Salvegera 4. a rizgarkirina bajarê Reqayê

4 sal bi ser rizgarkirina Reqayê re derbas bûn. Dema ku bajar hat rizgarkirin hema bêje bi temamî wêran bibû.
Piştî rizgarkirina bajarê ji hemû alîyan de xebatên avakirinê hatin dest pê kirin.
Di vî warî de gelek gavên girîng hatin avêtin û bajar gelek xweş û şên bû.

QSD`ê di 17`ê Cotmeha 2017`an de û piştî şerekî dijwar, Reqa rizgar kir.

Niha Reqa bûye cihekî bi ewle ji bo deh hezeran koçberên ku ji ber topbaranê û mirinê ji herêmên din ên Sûriyê reviyane.

Li gorî serjimariya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2020`an, hejmara niştecihên bajêr 785 hezar kes in, ya koçberên li kampan jî nêzî 81 hezar koçberên ji herêmên cûda yên Sûriyê ne.

Rêjeya hilweşandinê gihaşt nêzî ji sedî 90 û binesazî jî ji sedî sed bû, kehrebe, av, kenalîzasyon jî hemû ji xizmetê derketibûn…

Şaredariyan dest bi paqijkirina bajar kir

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo hêsankirina tevgera xebatkar û erebeyan dest bi rakirina bendên axê ji rêyên giştî kir.

Mezintirîn astengiyên li pêşiya Meclisa Sivîl a Reqayê mayîn bûn ku di hundirê bajar û di nava gelek zeviyên li derdora wê de hatibûn çandin..

Piştî rizgarkirina Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn seranserê herêmê bi ewle kir.

Bi deh hezaran mayîn hatin rakirin

Ji rêveberên Endiziyariya Mayînan Yûsif El-Omer dibêje: Di hundirê bajarê Reqa û gundewarên wê de zêdetirî 14 hezar û 874 mayîn û bombe û, zêdetirî 70 hezar û 729 mayîn û kemberên teqemenî jî hatin bêbandorkirin..

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê ji bajêr hatin derxistin, li dû wan gelek gorên komî li gundên wê hatin dîtin.

Gerînnendeyê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs ji ANHA`yê re derbarê goran de van yekan dibêje:

“Heta niha me 34 gorên komî dîtine. Em li ser 28 goran ji wan xebitîne. 6 hezar û 100 cenaze ji wan ji bajarê Reqa û gundewarên wê hatin derxistin û tenê 700 cenaze bi rêya malbatên wan hatin naskirin.”

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xidir li ser xebatên xizmetê û zehmetiyan, wiha dibêje:

Bi dehan dibistan hatin sererastkirin û pir hatin çêkirin

“Ji destpêka ku bajar hate rizgarkirin, xebatê me yên girîng rakirina bermahiyan û derxistina wan û vekirina kolanan bû. Torên avê hatin sererastkirin. Ji 60 pirên ku hatibûn hilweşadin, 12 hatin sererast kirin. 15 şaredarî li gundan hatin vekirin.”

Komîteya Perwerdeyê jî piştî qutbûna zêdetirî 5 salan, jinûve dest bi xebatên perwerdeyê kir.

Hejmara dibistanan li bajarê Reqa û gundewarên wê gihaşt 400 dibistan. Zêdetirî 16 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehî û 4 hezar û 420 mamoste li wan dibistanan hene. 90 dibistan bi temamî û 201 dibistan bi beşî hatin sererastkirin.

Desteya Perwerdeyê îsal Zanîngeha El-Şerq jî li bajarê Reqayê vekir.

Gelek nexweşxane û kargeh ji nû ve hatin vekirin

Li bajarê Reqayê 3 nexweşxaneyên giştî hatin vekirin: Nexweşxaneya Wetanî, Nexweşxaneya Jin û Zarokan, Nexweşxaneya Hîlal. Ev nexweşxane hemû bê pere xizmetê pêşkêş dike.

Di aliyê çandiniyê de û berhemên wê de xebat hatin meşandin..

Zêdetirî 100 kargeh hatin vekirin.

Dema DAIŞ li herêmê bû, hemû kargehên mezin mîna kargeha şekir û pembo hatibûn talan kirin..

Back to top button