KODAR: Ragihandina Sandîkeyê cihê kêşxweşiyê ye

Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: Ev Sandîka dikare bibe piştevanê şoreşa Jin Jiyan Azadî.

Berferehiya Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye:

“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hemû civaka Îranê şiyar kir û li dorî azadî û demokrasiyê kirin yek.

Di vê demê de avakirina ‘Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî yên Serbixwe ya Îranê’ ji aliyê komeke pispor, lêkolîner û akademîsyenan ve û ragihandina wê, cihê kêfxweşiyê ye.”

KODAR’Ê di dewama daxuyaniyê anî ziman ku Şoreşa gel di asteke wiha de ye rejîm jê ditirse û serî li kuştin, zindankirin û êşkenceyê dide da pêşiyê lê bigre.

KODAR: Sandîkeya karker û rêxistinên civakî dikare bibe piştevana şoreşê

KODAR’Ê diyar kir ku ew rêzê ji rêziknameya sandîkeyê re digrin û divê kar li ser aliyên kêm were kirin û ji bo şoreşê bibe destkeftiyeke demokratîk.

Back to top button