Li dijî dagirkeriyê parlamento nacive; PDK hêz şand Metîna

Dihat payîn ku qaşo wê vê heftê parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi rojeva dagirkeriya Tirkiyê biciviya. Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî da zanîn ku vê heftê jî parlamento li ser dagirkeriya Tirk nacive.

Her wiha kampanya îmzeyan ya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistan jî didome.

Êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê kurdistan bê navber berdewam dike.

Hefteya borî parlamentoya başûrê kurdistanê ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk lijneyek diyar kir û biryar dabû ku vê heftê bi rojeva dagirkeriya Tirkiyê bicive.

Lê Parlamenterê parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Karwan Gezneyî da zanîn ku wê parlamentoya başûrê kurdistanê vê heftê jî necive.

Ji ber ku lijneya lêkolînê hîn jî lêkolîna xwe neqedandiye.

Li aliyê din jî dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK’ê ragihandin ku ji bo parastina sînor wezareta peşmerge hêz şandiye Metîna.

Beriya niha jî hêzeke girêdayî artêşa Iraqê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk li Berkarê ya Zaxoyê bi cih bûbû.

Lê êrîşên dewleta Tirk hê jî didomin.

Ji bo leşkerên Tirk ji Başûr derkevin kampanya îmzeyan didome

Her wiha roj bi roj kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo derxistina dewlet Tirk li başûrê kurdistana berfireh dibe.

Ciwanên Kerkûkê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihandin û li dijî dagirkeriyê îmze komkirin.

Ciwan, mal bi mal, kolan bi kolan, dikan bi dikan digerin û îmze komdikin. Gel jî eleqeyeke mezin nîşan dide.

Back to top button