Bi milyonan hektar li herêmên wekî DYA, Ewropa û Rûsyayê şewitîn

Di encama şewatên ku li gelek deverên cîhanê dewam dikin de, bi milyonan hektar li herêmên wekî DYA, Ewropa û Rûsyayê şewitîn.
Sala 2021-an de jimara şewatan li gelek welatan ji salên berê jî derbas bûye.
Bi dehan welat li dijî şewata ku erdnîgariya cîhanê xistî bin bandora xwe, di nava têkoşînê de ne.

Ji DYA heta Rusya, ji Amerîkaya Başûr heta Afrîkaya bakur, navend û başûr, Kendava Erebî, gelek welatên Yekîtiya Ewropî yên wekî Îtalya, Spanya, Yûnanîstan û Romanya şewata heyî di nava asta herî bilind de ye.

Li gorî nexşeya Komisyona YE ya diyarkirina rewşa lezgîn li tevahiya parzemînê mezin û biçûk hema bêje şewat heta bakurê Rûsya dirêj dibe.

Di nexşeya peykê de jî tê nîşandan ku ev herî kêm hefteyeke agirên heyî dewam dikin.

Îtalya, Spanya û Romanya li dijî şewatan di nava têkoşînê de ye

Bi taybetî herêmên başûrê Îtalya xwe radestî gelek şewatên daristanên mezin û piçûk kirine.

Di şewata 24’ê Tîrmehê li rojavayê grava Sardinya nêzî 20 hezar hektar şewitî û hezar û 500 kes jî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Li welatek din yê YE Romanya jî para xwe ji şewatê girt.

Li daristanên paytext Bukreş heta sînorê Bulgarîstanê şewtak dijwar hebû.

Şewatên li welatên sînor yê Moldova û Ukrayna jî didome.

Yûnanîstan jî ji 27’ê Tîrmehê ve ji bo vemirandina şewatan di nava têkoşînê de ye.

Şewata ku di Tîrmehê de despê kirî, gihiştibû cihên jiyanî.

Li gorî Sîstema Agahdariya Agirê Daristanên Ewropî (EFFIS), şewatên di nava salê de li Fransa, Îtalya û Romanya derketîn, ji nvîna salên 2008-2020 derbas bûye.

Li Rûsya 1.3 milyon hektar daristan bû xwelî

Hewldanên vemirandina şewatên li herêma Yakûtiya Rûsyayê ku Tîrmehê destpê kirin, dewam dikin.

Rayedaran li herêmê rewşa awarte îlan kir.

Lê heta niha nêzî 1.3 milyon hektar qada daristanî bû xwelî.

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku li 144 herêmên cuda xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.

Li DYA û Kanada 1.7 milyon daristan şewitî

Li gorî agahdariya Navenda Agirkujiya Navneteweyî ya DYA, heta 29’ê Tîrmehê, li 13 eyaletan 82 şewatên mezin rûdane.

Di encamê de 1.7 milyon hektar daristan şewistiye.

Her wiha şewatên nû yên mezin li eyaletên أيداهو Idaho, Alaska, û مينيسوتا Minnesota hatin ragihandin.

Li Kanadayê di sala 2021’an de zêdetirî 4,500 şewat derketin.

Ev jimar bi qasî 1000 ji nê navîna 10 salên dawî zêdetire.

Di nava vê salê de 2 hezar û 150 hektar erd şewitî.

Back to top button