Dayika şehîd Hevrîn: Cihê ku Hevrîn lê şehîd bûye, nêzî nuqteyên Amerîkayê bû

Dayika siyasetmedar Hevrîn Xelef Suad Mistefa têkildarî biryara Amerîka ya birîna ceza li kujerê Hevrîn got: Ceza têrê nake, divê Erdogan ji ber tevahî sûcên xwe were darizandin. 

Wezareta Gencîneya Amerîkayê çarşema borî, li dijî 8 kesayet û 10 rêxistinên Sûriyê di nav de berpirsê şehîdxistina siyasetmedar Hevrîn Xelef, di çarçoveya tedbîrên têkoşîna li dijî terorê de, ceza birîn.

Dayîka siyasetmedar Hevrîn: Amerîka dikaribû rê li vê bûyera hovane girtiba

Di daxuyaniyê de serçete Ebû Hatim Şeqra bi sûcê şehîdxistina Hevrîn Xelef hat cezakirin.

Têkildarî vê biryarê, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî.

Sûad Mistefa destnîşan kir ku Amerîka dikarîbû nehiştiba ev bûyera hovane pêk bihata, ji ber ku cihê Hevrîn lê şehîd ket tenê çend kilometer dûrî baregehên Amerîkayê bû.

Dayîka Hevrînê: Ceza têrê nake, divê Erdogan ji ber sûcên xwe were darizandin

Têkildarî cezayê li dijî kujerê Hevrîn, çete Hatim Ebû Şeqra, dayika Hevrîn anî ziman ku ev biryareke bêbawer e, berî wê agahiya Amerîka ji kuştina Hevrînê hebû, ji ber ji rûdanên vê sûcî û kesên li pişt wî bûyer neşopandin.

Dayika şehîd Hevrîn diyar kir ku cezayên ku DYA’yê li ser çend çeteyan birî ye têrê nakê, divê kesên ku destekê didin pêkanîna van sûcan û destekê didin sûcên Erdogan werin darizandin.

Dayika Sekretêra Giştî ya berê yaPartiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bang li Amerîka, Dadgeha Ewropa û hiqûqa mafên mirovan kir ku Erdogan darizînin ji ber ku sûc li herêmê pêk anîn.

Siyasetmedar Hevrîn Xelef 12’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hate şehdîxistin.

Back to top button