Li Qamişlo ji bo şervanê YPG’ê Mazlûm Serhed konê sersaxîyê hat vedan

Bi sedan welatiyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê Mezlûm Serhed yê ku di encama qezayekê de şehîd bû, kirin.

Şervanê YPG’ê Mezlûm Serhed 28`ê Tîrmehê di encama qezayeke trafîkê de li Hesekê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo konê sersaxiyê ji bo Mezlûm Serhed veda.

Li bin konê sersaxîyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman axivî û got:

Şehîd Mezlûm Serhed tevî ku destê xwe winda kiribû, lê têkoşîna xwe ji bo azadiya gelan dewam kir.

Osman diyar kir ku divê gelê Kurd li hember planên dijmin hişyar be û divê tekoşîneke mezin were kirin da ku destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.

Her wiha dayîka şehîd Hebûn Dêrik, Sewriye Salih jî ev tişt gotin:

“Ji bo ku ewlehî û aştî pêk were û ji bo ku em kurdistaneke azad bi hev re ava bikin, em ê zarokên xwe feda bikin.”

Sewriye destnîşan kir malbtên şehîdan wê li xayinan rehmê nekin.

Back to top button