Koçberên Tîgray: Xwarin beyda nabe û yên bê pere birçî dirazên

Bi sedhezaran şêniyên Tîgray yên ji ber êrişên artêşa Etiyopyayê yên ji cih û warê xwe koçber bûne, bi zehmetiyên jiyanê re rûbirû ne. Koçberên Tîgrayî yên li Sûdanê jî dibêjin, yê ku perê xwe tinebe bê xwarin dirazê.

Beşek ji koçberên Tîgray yên li Sûdanê li kampa Celalat bicih bûne.

Koçberên li vir dibêjin,

Di nava du mehên dawî de li kampê pirsgirêkên nebûna xwerinê zêde heye.

Ev du mehin pêwîstiyên xwarinê ji nan, zeyît û nîskê nahtiye belavkirin.

Koçberek jî rewşa li kampê bi vê gotinê tîne ziman:

Yê ku pereyên xwe tune be, bê xwarin radizê”

Piştî artêşa Etiyopya 4’ê Mijdara 2020’an, dest bi êrişa li dijî herêma Tîgrayê kir, bi hezaran sivîl hatin kuştin û nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Ji van derdora 80 hezar koçberan berê xwe dan welatê Sûdanê.

Rêxistinên alîkariyê yên NY jî beriya niha balkişandibûn ser rewşa xerab ya koçberan û banga alîkariyê kiribû.

Back to top button