QSD: Rojnameya The Guardian bi belgeyên derew ket xefka sextekariyê

Rojnameya Brîtanî “The Guardian” raporek bi belgeyên sexte belav kir û tê de dibêje QSD’ê beramberî pereyan girtiyên DAIŞ’ê berdide. Navenda Ragihandina QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ev idîa derewandin û got em li benda bersivê ne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD’ê li ser idîayên rojnameya Brîtanî The Guardian daxuyanî da û ev tê de got:

“Rojnameya The Guardian a Brîtanî raporeke derew tevî belgeyeke sexte belav kir û tê de îdia dike ku girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li beramberî dayîna pereyan hatine berdan.

Tevî me ew rapor derewand û me berê ji rojnameyê re got ew belge sexte ye, dîsa jî rojname kete xefka sextekarî û şahidên derew û israr kir ku raporê tevî belgeya sexte belav bike.”

QSD’ê ragihand berî ku rojname wan hûrgirliyên vê sextekariyê belav bike, wan peyamek ji rêveberiya rojnameyê re şandiye û diyar kir ew li benda bersiva wê ne.

Back to top button