
Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Yekitiya Jinên Ciwan û Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi meşekê û bi pêxistina mûman şehîdên jin ên komkujiya Helencê bi bîr anîn. M+B
Meş ji rêya Şêran-Helincê bi beşdariya dehan jinan dest pê kir û heta mala ku her sê jinên têkoşer tê de şehîd bibûn û niha bûye mûzexane rawestiya.
Li wir Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Cîhan Derwîş axivî û diyar kir ku ji ber tirsa dijimin ji jina azad, wê armanc dike û tevahî rêbazên tundiyê der heqê jinan pêk tîne.
Cîhan Derwîş bang li hemû jinan kir ku di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de li hember dagirkeriyê bisekinin.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn çalakger derbasî mûzexaneyê bûn û li pêşiya wêneyên şehîdan mûm pêxistin û gulên sor danîn.