Konseya Ewlekarî ya Navnetewî bang li Hikûmeta Iraqê kir ku binpêkirinên derheqê xwepêşanderan de lêkolînan bike.
Konseya Ewlekarî ya Navnetewî derbarê bikaranîna tundî, bêdengkirin û revandina xwepêşanderên Iraqê daxuyaniyek nivîskî da.
Konseya Ewlekariyê diyar kir ku ew ji kuştin û birîndarkirin, her weha ji şidet û revandina xwepêşandêran nerazî ye
Her weha Konseya Ewlekariyê nerazîbûna xwe ji tevlîbûna komên çekdar ya ji bo kuştin û girtina xwepêşandêran jî nîşan da.
Konseya Ewlekarî ya Navnetewî bang li Hikumeta Iraq kir ku van binpêkirinan lêkolîn bike.
Ev zêdeyî 2 meha ye li Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin û li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî ji 1’ê Cotmehê ve 424 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 9 hezar kes birîndar bûne.