Serkêşê tevgera dagirkeriya li dijî Rojavayê Kurdistanê Erdogan, demografiya deverên dagirkirî diguherîne.
Rêveberê Meclisa Nûneran a Emerîkayê Eliot Engel ragihand ku Erdogan li dijî Kurdan paqijiya etnîkî a bi xwîn dimeşîne û li şûn wan Ereb û Tirkmenan bicih dike.
Serokê Komîteya Peywendîyên Derve yê Meclisa Nûneran li Emerîkayê Elîot Engel behsa tevgera dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava kir.
Enger êrişa artêşa Tirk weke weke tevgera paqjiya etnîkî binav kir û wiha got:
Erdogan zorê dide Ereb û Tirkmenên Sûrî ku li şûna xwecihên herêmê Kurdan bicih bibin. Ev yek eşkere nîşan dide ku Erdogan naxwaza li herêmê aramî pêk were.
Elîot Engel li dijî guhertina demografiyê û tevgera paqjiya etnîkî, banga hişyariyê li raya giştî kir.
Her wiha bang li serokê Emerîkayê Trump jî kir ku bi wêrekî tevbigere.