Operasiyona qirkirina siyasî do roja 3’an de didome

Piştî çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk, li dehan bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin, zêdeyî 112 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk a dagirker Alî Yerlîkaya diyar kir ku 4’ê Cotmehê li 15 bajaran 37 kes hatine binçavkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin kurdên li bajarê Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kîlîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzlî bûn e.

Di sê rojan de 112 Kurd li bakurê Kurdistan û Tirkiyê hate binçavkirin

Di 2’ê Cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê di operasyonên dijî HDK û HDP’ê de herî kêm 20 kes hatibûn binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir dewleta tirk a dagirker Alî Yerlîkaya ragihand ku 3’ê Cotmehê li 16 bajaran di operasyonan de 55 kes hatin binçavkirin.

Dewleta tirk a dagirker bi nêzbûna hilbijartinên heremê ve dixwaze qada siyasî ya kurdî tasfiye bike.

Di operasyona qirkina siyasî de 90 kes hatin binçavkirin

Back to top button