Şehîd Nagîhan Akarsel li Qamişlo hat bibîranîn

Endama Akademiya Jineolojiyê, rojnamevan û akademisyen Nagîhan Akarsel Qamişlo hat bibîranîn.

Îro salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel ya yekemîne.

Bi vê boneyê li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranînê de rêveberiya xweser, komîteyên jineolojî û mamosteyên jineolojî yên zanîngeha Rojava tevlî bûn.

Di bîranînê de hate gotin, Nagîhan Akarsel ji bo azadiya jinan têkoşîneke berfireh da meşandin.

Divê tevahî jin xwedî li ked û têkoşîna wê derbikevin.

Senevzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel hat temaşekirin.

Her wiha şanoyek derbarê “jin jiyan azadî” ji aliyê hîlala zêrîn ve hat pêşkêşkirin.

Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê di encama siûqastekê de şehîd bû.

Nagîhan Akarsel paradîgma jin jiyan azadî ji xwe re kir bingeh

Back to top button